Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Pêşniyara Agirbestekê ligel Cudaxwazan, Serokê Ukrayna li Jêr Fişarê Ye


Cudaxwazên ser bi Rûsya ve li ber xaleke kontrolê.
Cudaxwazên ser bi Rûsya ve li ber xaleke kontrolê.
Cudaxwazên rojhilata Ukraynayê pêşniyareke hikûmetê jibo agirbesteke yekalî red kirine, û hemwelatiyên tûre jî li kolanên Kiyêva paytext piştgirî nedan vê ramanê.

Gelek li paytextê dibêjin, ew bi rojan li serma zivistanê jibo roxandina Serok berê yê ser bi Rûsya ve, neman jibo ku serokê nû were careke din xwe radestî dijminahiya Rûsya bike.

Li dema ku plana Serok Petro Poroshenko erêkirina Fransa û Almanya bidest xistiye, ew wî dixwe rewşekê de ku piştgirên wî ji dû vegerin, tenê çend hefteyan berî piştî ku bûye serok û li welatekî xwedî dîrok di derkirina rêberên ne gelêrî de.

Kes matmayî neket dema ku şervanên ser bi Rûsya ve li rojhilata Ukraynayê yekser pêşniyareke serokê nû jibo agirbesteke yekalî hember danîna çekên serhilayan an jî derçûna wan ji welêt. Serok Petro Poroshenko got ku rêkeftineke wiha dê dawiyê li nakokiya ku rojhilata Ukrayna ligel xwe biriye bîne. Vê tundûtûjiyê destpê kir, piştî ku serokê ser bi Rûsya ve li Sibata bûrî hate derkirin piştî pevçûnên tund navbera xwepêşanderên dijî hikûmetê û hêzên ewlekariyê.

Li dema ku Civata nû ya bajarê Kiyêvê xwe amade dikir civîna xwe ya yekem roja Pêncşemê pêk bîne, karbidestê herî bilind li bajêr bi dengekî bilind li meydanan ji alî welatiyan ve dihate rexnegirtin li ser ne amadebûna hêzên Ukraynî. Komeke jin û dayik li Kiyêvê dibêjin ew dixwazin zilamên demûdest werin vegerandin bo mal jiber ku ew kêm çek in û ne amade ne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG