Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: PYD Binpêkirinên Mafên Mirov li Herêmên Kurd li Sûrîyê Dike


Human Rights Watch (HRW)
Human Rights Watch (HRW)
Rêxistineke navneteweyî ya mafên mirov dibêje ku desthilatdar li sê herêmên Kurd li Sûrîyê mafên mirov binpê dike, di nav de jî bikaranîna zarokan li nav hêza polîs.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporteke nû de dibêje ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gunehbara girtinên ne di cihê xwe de ye. HRW herwiha dide zanîn ku PYD mafên qanûnî nade girtîyan û kuştin û hindabûna kesan vekolîne nake.

Raport dibêje ku destûreke nû li herêmên Kurd cezayê mirinê qedexe dike û hinek mafên mirov garantî dike. Raport herwiha dibêje, ev yek pêşketineke erênî ye.

Lê HRW dibêje desthilatdarên Kurd nikarin vekolîna kuştina 9 kesan bikin ku di nav du salên dawî de hatine kirin. PYD berpirsiya wan kuştinan red kiriye, lê rasterast bersîva raporta Human Rights Watch nedaye.
XS
SM
MD
LG