Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê û yên DAÎŞ Şerê Xwe Didomînin


Hêzên Îraqê û mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) şerê xwe yê jibo kontrolkirina rafînerîya serekî ya petrolê, îro Înîyê jî didomînin, di vê demê de ku Amerîka hazirî dike ku şewirmendên leşkerî bişîne Îraqê.

Jibo kontrola wê rafînerîya li bajarokê Beiji, ji roja Sêşemê vir ve şerên dijwar navbera hêzên hikûmetê û DAIŞ berdewam dikin.

Raportên cihê ji herêmê tên ku her alî beşeke wê rafînerîyê kontrol dikin ku li 250 km bakurê paytaxt Bexda ye.

Di pêşketineke din de, Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, mîlîtanên DAÎŞ niha kargeheke çekên kîmyayî xistina bin kontrola xwe ku di dema Serokê berê Saddma Huseyîn ve hatibû damezrandin.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki got, Amerîka di xemê da ye kargehên wî rengî bikevin destê DAÎŞ.

Di jî Serokê Amerîka Barack Obama gotibû ku Amerîka wê hazirî bike ku operasyoneke leşkerî li dijî armancên mîlîtanên DAIŞ bike ku Îraqê ber bi şerekî mezhebî ve dibin.

Lê, Serok Obama bi zelalî dîyar kribû ku şandina hêzên şerker ne di rojeva Washingtonê de ye.
XS
SM
MD
LG