Radyoya Arta FM berî nêzîkî salekê li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê dest bi weşana xwe kir. Nuha ev radyoya civakî weşana xwe li gelek bajarên din befireh kiriye û hewil dide li deverên nû jî hebûna xwe pêk bîne.
Li bajarê Kobanî ku li jêr desthilata rêvebiriya xweseriya demokratîk dimîne, Arta destûra weşanê li 3ê Hezîranê wergirt, lê weşana wê ji aliyê hêzên asayîş ve hatiye rawestandin. Berpirsên radyoyê dibêjin, ew sedema vê rawestandinê heta nuha nizanin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rêvebirê Arta FM Sîrwan H. Berko dibêje, ev biryar li dijî prensîpên azadiya ragihandinê ye.
Birêz Berko herwiha dide xuya kirin ku di nav rêvebiriya kantona Kobanî de hinek kes hene ku naxwazin radyo weşana xwe berdewam bike.
Jibo guhdarîkirina li dirêjahiya vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.