Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulselam Ahmed: Bi Hevdîtinên Opozîsyona Sûrîyê re Derîyekî Nû Vebû


Salih Turan ligel Abdulselam Ahmed
Şandeya Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ev demeke li Tirkîyê danûstandinên sîyasî pêk tîne.

MRGK’ê înîsîyatîfekê jibo danûstandinên sîyasî ava kirîye ku di vê serdana xwe ya Tirkîyê de, bi pêkhatên nav Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê re û alîyên din yên mûxalefeta demokratîk re hevdîtin pêk anîn.

Serokê şandeya Rojavayê Kurdistanê Hevserokê Meclîsa Gel Abdulselam Ahmed, vê serdanê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Ahmed dibêje, “Me seferberîya danûstandinên sîyasî daye destpê kirin ku di serdana Tirkîyê de bi hevdîtinên ku bi opozîsyona Sûrîyê re çêbûne jî derîyekî nû vebûye.”

Abdulselam Ahmed balê dikişîne ser ku danûstandanên wan erênî derbaz bûne û wiha diaxife:

“Kurd jibo dahatuya Sûrîyê wekî alîyê sêyemîn xwedî risteke pêşeng in. Li gor mûxalefeta belavbûyî ya Sûrîyê, Kurd alîyê herî bi bandor û yekgirtî ne.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG