Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamenei: Îran li Dijî Destêwerdana Amerîka li Îraqê ye


Elî Xameneî.
Elî Xameneî.
Rêberê herî bilind li Îranê Ayetollah Elî Xamenei li dijî maytêkirina Amerîka li Îraqê ye, cihê ku mîlîtanên Sunnî yên tundrê yên dijî Tehranê jimareke bajar û bajarok kontrol kirine.

Di yekem bersiva xwe de derbarê krîza Îraqê, Xamenei bi riya ajansa IRNA ya dewletê got, “em bi tundî dijberiyê li destêwerdana Amerîka û aliyên din di karûbarên xwecihî yên Îraqê de dikin.”

Xamenei pêde çû û got ku “kêşebariya sereke li Îraqê di navbera ewên ku dixwazin Îraqê tevlî kampa Amerîka bikin û ewên ku dixwazin Îraqeke serbixwe pêk were de ye.” Xamenei yê ku gotina dawî ya siyasetên hikûmetê li ba wî ye herwiha got ku “Amerîka plan dike mirîdên xwe yên kor bîne desthilatê” li Îraqê.

Îran ya Şîa piştgiriya hikûmeta di dest Şîa de li Îraqê dike û gotiye ewê her daxwazekê jibo alîkariya leşkerî ji Bexdayê bide ber çavan.
XS
SM
MD
LG