Serokê Amerîkayî Barack Obama dibêje, gefeya mîlîtanên Îslamî yên ku hinek dever li Îraqê kontrol kirine dibe ku hîn zêdetir bibe û derbasî nav welatên din yên herêmê bibe.
Birêz Obama dibêje, rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) gefeyeke demdirêj derdixîne û divê Amerîka agahdar be.
Serokê Amerîkayî dibêje, rêxistina Sunnî ya tundrê dikare bêtir çek û çavkanî ji xwe re bide hev. Ew hişyariyê dide ku ev xirabkarî dikare derbasî Urdunê bibe û rewşa heyî li Sûriyê xirabtir bike.
Lê Serok Obama dibêje, Amerîka nikare tenê çareseriyê ji van pirsgirêkan li Rojhilata Navîn re bibîne. Ew dide xuya kirin ku pêwîst e stratejiyeke armanckirî ya hevkariya ligel desthilatdarên herêmî were peydakirin da ku ewlekariya wan were başkirin.
Ev têbîniyên Obama di hevpeyvîneke televizyona CBS de îro Yekşemê hatin.