Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Cezayên Zindankirinê li Rojnamevanên El Cezîre Tên Birîn


Her sê rojnamevanên el Cezîrê.
Dadgeheke Misirî cezayê heft sal zindan da sê rojnamevanên televizyona el Cezîre li ser tawanên piştgiriya rêxistina Îxwan el Muslimîn û belavkirina nûçeyên nerast, di dozekê de ku şermezariyeke navneteweyî peyda kiriye.

Her sê rojnamevanên ku do Duşemê li Qahîre hatin cezakirin ev in, Peter Greste yê Australiayî, Mihemed Fehmî yê Misirî Kenedî û Behir Mihemed yê Misirê. Evê dawî jî sê salên din zindan di dozeke din de lê hate birîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ji Bexdayê bo rojnamevanan axivî û bi tundî rexne li biryara dadgehê kir, rojekê piştî ku ew ligel rêberên Misirî li Qahîre kom bû.

Komisyonera Bilind ya Neteweyên Yekbûyî jibo Mafên Mirov Navi Pillay banga azadkirina rojnamevanan kir û got divê ragihandin li Misirê were parastin, ne ku were tepeserkirin.

Televizyona el Cezîre herdem gotiye rojnamevanên wê tenê nûçe radigihandin.
XS
SM
MD
LG