Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paytexta Libnanê Trimbêlek Teqiya


Dîdevan dibêjin, trimbêleke berguman li nêzîk çayxaneyekê wexteke zû îro Sêşemê li başûrê paytexta Libnanê Beyrût teqiya û di encamê de yê êrîşbir hate kuştin û jimareke kes pê re birîndar bûn.

Nûçegihanekî ajansa nûçeyan Associated Press li cihê bûyer raghand ku teqîn hema piştî nîvê şevê li wê deverê başûrê Beyrûtê rûda bû li dema ku xelk li çayxaneyê lihev kom bûn da ku li lîstikên Cama Cîhanê temaşe bikin. Raportên destpêkî li ser zarê desthilatdaran dan xuyakirin ku pênc kes di wê teqînê de birîndar bûn.

Ev teqîna duwem di hefteyekê de ku li wê deverê çê dibe û di demekê de tê ku girjiya tayîfî jiber şerê navxweyî li Sûriyê zêdetir dibe û rewş li Îraqê xirabtir dibe piştî ku mîlîtanên Îslamî yên Sunnî herêmên berfireh kontrol kirine.

Roja Îniyê, desthilatdar dibêjin ku êrîşbirekî xwe li ba xaleke kontrolê ya polîs li ser rêka Beyrût Şam li rojhilata Libnanê teqand. Di encama wê teqînê de bi kêmî yek kes hate kuştin û bêtirî 30 kesî birîndar bû.
XS
SM
MD
LG