Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry Digel Rêberên Kurdên Îraqê Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje pêkanîna hikûmetek hemû alî “astenga bingehîne” bo Îraqê, ew jî di demekî de ku ew li ser mişwrên xwe berdewam e bo bersing girtina çekdarên Îslamî yên Sûnnî.

Kerry îro digel Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî li Hewlêrê kom bû ku li wêrê got , “Îraq rûbirûya rastiyek nû ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, “ Kurd çaverêya çareyekêne bo kêşeya dibînin.”

Hêzên Kurdan (Pêşmerga) Kirkûk bajarê dewlemend bi neftê kontrol kirye ku yêke ji deverên ku hêzên ewlekariya Îraqê jê derketin piştî ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê (ÎSÎL) çend deverên Îraqê kontrol kirîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka got Îraq di demek hestiyar de ye. Wî got “li rojên vê dawiyê hevkariya ewlekariyê navbera hêzên li deverên Kurdan gelek giringe bo rawestandina çekdarên ÎSÎL û hinekê bo piştîvanî kirina hêzên ewlekariya Îraqê jî.”

Karbidestekê bilind yê Wezareta Derve got pişkdariya Kurdên Îraqê ya giringe û got vekêşana wan ji piroseya siyasî dê aresteyêyên nerînî zêde bike.
XS
SM
MD
LG