Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Pêşnîyara Hikûmeta Awarte Red Dike


Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malikî pêşnîyara pêkanîna hikûmeteke awarte red kir ku bikare şerî mîlîtanên DAIŞ'ê bike.

Birêz Malikî îro Çarşemê di axaftineke televîzyonî de got, pêkanîneke hikûmeteke awarte wê dijî qanûna bingehîn û encamên hilbijartinên 30yê Nîsanê be.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry roja Duşemê gotibû ku rêberên Îraqî soz dane wî ku ewê heta muhleta 1ê Tîrmehê hikûmeteke nû pêk bînin.

Hem Kerry hem jî Serok Obama bang li Îraqîyan dikin ku hikûmeteke hembêzkar pêk bînin ku Sunnî û Kurdî jî tê de cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG