Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewirmendên Leşkerî yên Amerîkî li Îraqê Dest bi Kar Dikin


Amerîka heta 300 şewirmendên leşkerî dişîne Îraqê ku di şerê dijî mîlîtanên Îslamî de alîkarîya Îraqê bikin.

Koma yekê ya wan şewirmendan do Sêşemê dest bi karê xwe kir û li ber e hinekên nû di rojên pêş de herin Îraqê.

Hevdem, Amerîka rojane bi 30-35 firokan li ser esmana Îraqê xebatên çavdêrîyê didomîne ku ji rewşa ewlehîya wî welatî rinditir agahdar be.

Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê ragihandibû ku pirtir jî 1000 kesan di meha Hazîranê de li Îraqê hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl bûn.

XS
SM
MD
LG