Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Divê Îraqî Rêvebirên Xwe Hilbijêrin


John Kerry di civîna NATO de

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro li Brukselê di civîna NATO de ji rojnamevan re ser Îraqê axifî.

Kerry got, Amerîka ji nêzîk ve dişopîne ku kî Îraqê rêve bibe, lê maya xwe di pêkanîna hikûmeteke nû li Bexda nake.

"Divê Îraqî biryara xwe bidin ku kî bibe rêvebirê wan. Me bi zelalî pştgirîya xwe dîyar kir, jibo hikûmeteke nû ku dikare hemî Îraqîyan li hev bîne."

Hem Kerry hem jî Serok Obama bang li Îraqîyan dikin ku hikûmeteke hembêzkar pêk bînin ku Sunnî û Kurdî jî tê de cîh bigirin.

Hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Malikî rastî rexneyên tund hatibû jiber ku hikûmeta wî ya giranî Şîa pêkhatîyên din piştguh dikir.

XS
SM
MD
LG