Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paytaxta Nîjerya Abuja Bû Armanca Peqînekê


Li paytaxta Nîjerya, Abuja peqîneke mezin navendeke şen ya kirîn-firotonê kir armanc.

Ajansên cîhanî û medyaya xwechî radigihînin ku di peqînê de herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Heta niha kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirtiye lê di nav çend mehên borî de paytaxt Abuja çend car in dibe hedefa êrîşên wiha.

Di peqîna meha Adarê de pirtir jî 70 kesan di termînala otobusê de, li dervayê Abuja hatibûn kuştin.

Gruba tundrê ya Îslamî Boko Haram berpirsîya wê êrîşê rakiribû ser xwe. Di tundîya wê gruba mîlîtan de bi hezaran kes hatibûn kuştin.

Boko Haram ji xwe re kiriye armanc ku li bakurê Nîjerya dewleteke Îslamî ya tundrê damezrîne.

XS
SM
MD
LG