Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Parîsê Danûstandinên ser Îraqê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Pêncşemê li Parîsê danûstandinan ligel hevtayên xwe ji Urdun, Erebîstana Saudî û ji Mîrgehên Erebî dike.

Wezarata Derve dibêje, Kerry di wan hevdîtinan de rewşa dawîya li Îraqê, gefa DAIŞ û şerê navxweyî yê li Sûrîyê jî ligel hevtayên xwe gotûbêj kir.

Karbidestên Amerîkî bang li Îraqîyan dikin ku hikûmeteke hembêzkar pêk bînin ku Sunnî û Kurdî jî tê de cîh bigirin.

Kerry jî do gotibû ku divê Îraqî biryara xwe bidin ku kî bibe rêvebirê wan.

XS
SM
MD
LG