Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan Kom Bû


Erdogan û Barzani
Erdogan û Barzani

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hate Tirkîyê.

Hatina Tirkîyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî avabûna hikûmeta Kurdistanê yekem serdana fermî ya derveyî welat e.

Di bîragiştî ya Tirkîyê de babetên serekî yên vê serdanê êrîş û pêşveçûna DAIŞ’ê li Îraqê û razîkirina Tirkîyê jibo dîyarkirina çarenivîsa Herêma Kurdistanê hate nîşandan.

Hevdîtina pêşî îro Pêncşemê bi beşdarîya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, Musteşarê Îstixbarata Tirkîyê MÎT’ê Hakan Fîdan, Musteşarê Karê Derve Ferîdun Sînîrlîoglu û Wezîrê Enerjîyê Taner Yildiz re pêk hat.

Birêz Barzanî piştî hevdîtinên bi wezîr û karbidestên Tirkîyê re, bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re civîya.

Her ku li dawîya civînê daxuyanî nehate dayîn jî li gor nirxandinên têne kirin babetên mîna; rizgarkirina hemwelatîyên Tirkîyê yên ku li Musilê ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, krîza hikûmeta Îraqê û metirsîyên li ser ewlehîya welat hatin rojevê.

Hêjayî gotinê ye ku razîkirina Tirkîyê bi referandumeke jibo serxwebûna Kurdistana Îraqê, rewşa Kerkûkê ku niha ketîye kontrola pêşmerge û dahatuya firotina petrola Kurdistanê li bazarên Cîhanê jî hatin nirxandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG