Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Ewropî Banga Yekgirtîbûna Îraqê Dikin


Dîplomatên girîng yên Rojavayî, di vê demê de ku Îraq rastî êrîşên DAIŞ tê, banga yekgirtîbûna wî welatî dikin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague îro Pêncşemê çû Bexda û bi Serokwezîrê Îraqê Nurî rê Malikî re kom bû.

Hague got, Îraq rûbirûyê gefeke mezin e û yekîtîya sîyasî çekê wê ya herî girîng e ku dawî li wê gefê bîne.

Li ber e Hague ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdîtenekê bike.

Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius jî li Parîsê bi hevtayê xwe yê Amerîkî John Kerry kom bû.

Fabius got, Îraq ji qonaxeke dijwar derbaz dibe, lê ew çavêrê dikin ku Îraqî gîş li hev werin.

XS
SM
MD
LG