Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brîtanya Hague ligel Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Civîya


Hague û Barzani
Hague û Barzani

Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague îro Înê serdana Herêma Kurdistanê Îraqê kir ku rewşa heyî ya li wê derê ligel karbidestên Kurd gotûbêj bike.

Birêz Hague îro li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bû û her du rêber rewşa Îraqê nirxandin û tedbîrên hember gefa Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) gotûbêj kirin.

Di dawîya hevdîtinê de Hague û Barzanî derketin pêş rojnamevanan û pirsên wan bersîv kirin.

Hague di preskonferansê de got, hêzên ewlekarîya Herêma Kurdistanê roleke girîng di parastina hemwelatîyan de lîstine.

Wî jî mîna Wezîrê derve yê Amerîkî John Kerry bal kişand ku ku divê hikûmeteke hembêzkar li Îraqê pêk were ku hemî pêkhatî tê de cîh bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di civîna çapemenîyê bersîva pirseke ser Kerkukê da.

“Ev deh sal in em li benda hikûmeta Iraqê ne ku pirsa deverên kêşeliser li gor Xala 140 ya Qanûna bingehîn çareser bike, lê pêşketinek di wî warî de peyda nebû”.

Barzanî dîyar kir ku bi çûyîna hêzên Pêşmerge êdî benda 140 ya destûr bicîh hatiye û ew nema li ser wê mijarê bipeyivin.

XS
SM
MD
LG