Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî Banga Serokwezîrekî Nû li Îraqê Dike


Rêberê olî yê Şîa Ayetullah Alî Sîstanî

Rêberê olî yê Şîa, Ayetullah Alî Sîstanî îro Înê bang li grubên sîyasî dike ku heta roja Sêşemê li ser rêberekî nû li hev bikin.

Parlemana Îraqê ya nûhilbijartî, li ber e roja Sêşemê bicive ku hikûmeteke hembêzkar pêk bîne ku hemî pêkhatîyên Îraqê tê de cîh bigirin.

Bi vê banga Sîstanî, Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malikî yek jî piştvevanên herî girîng hinda dike û giwaştina ser wî jî zêde dibe ku dest ji karê xwe berde.

Sîstanî daxwaz ji hevalbendîyên sîyasî kir ku di civîna Sêşemê de serokwezîr, serokomar û serokê nû yê parlemanê li hev werin.

Malikî banga pêkanîna hikûmeteke awarte red kiribû û gotibû ku biryareke wiha wê dijî qanûna bingehîn û encama hilbijrtinên dawî be.

Li ber e, di hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Melîk Abdullahê Erebîstana Suudî ku îro li Rîyad pêk were, de jî rewşa Malikî were rojevê.

XS
SM
MD
LG