Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Rêberê Opozîsyona Sûrî Kom Bûn


Serokê opozîsyona nermrê yê Sûrî Ahmed Carba dibêje, kiryarên DAIŞ li Îraq û Sûrîye tevlihevîyeke mesin li seranser herêmê derxistiye.

Rêberê Koalîsyona Netewî ya Sûrî Carba ji Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry re li Erebîstana Saudî got, divê çerê dijî terorîzmê ji hemî demên berî xurtir be.

Carba daxwaza pirtir alîkarîya bîyanî ji Amerîka û Erebîstana Saudî dike ku hêzên wî bikaribin şerê Serokê Sûrî Beşad Esed û mîlîtanên DAIŞ biin.

Kerry ji Carba re got, serhildayên nermrê wê roleke girîng bilîzîn, hember tundrêyên DAIŞ ku li herêmê bûne gefeke mezin.

Qesra Spî do Pêncşemê ragihandibû ew dixwaze 500 mîlyon dolar alîkarî bişîne serhildayên ku şerê DAIŞ û Esed dikin.

XS
SM
MD
LG