Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Divê Amerîka û Ewropa Şerê Terorê li Rojhilata Navîn Bikin


Sergei Ryabkov.
Sergei Ryabkov.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya îro Şemiyê bang li Amerîka û Ewropa kir ku gavên cidî bavêjin jibo şerê terorê û hişyarî da ku çend welatên Rojhilata Navîn li jêr gefeyê ne.

Sergei Ryabkov ji rojnamevanan re li dema serdanekê bo Şam paytexta Sûriyê ku Rûsya dê bêkar nemîne li hember hewildanên terorîstan jibo belavkirina terorê li welatên herêmê. Birêz Ryabkov behsa pêşketinên rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê (DAÎŞ) li rojhilata Sûriyê û bakurê Îraqê dikir.

Rûsya hevalbendeke sereke ye ya Serokê Sûrî Beşar Esed ji dema destpêbûna serhildana dijî wî li Adara 2011ê. Mosko desthilata xwe ya veto çar caran li Civata Ewlekariya NY bikar anîye jibo rêlibergirtina danîna sizayên navneteweyî li ser Sûriyê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya got, divê rûbirûbûnek li hember terorê were kirin bi riya avêtina gavên girîng li dijî radîkalîzmê û bi riya peydakirina çareyekê jibo rawestandina hatine şervanên biyan ji derve. Wî herwiha ragihand ku encamên bobelatî yên terorê dê li ser hemû herêmê bin.

Rojekê zûtir, Sergei Ryabkov ligel Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd el Mualim û cîgirê wî Feysel Miqdad kom bûbû.

XS
SM
MD
LG