Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Operasyonekê li Tikrîtê Destpê Dike


Artêşa Îraqê Şemiyê zû operasyoneke leşkerî destpê kir jibo azadkirina bajarê Tikrîtê yê bakurê welêt ji destên mîlîtanên Sunnî. Bajarê Tikrîtê yek e ji du bajarên sereke ku di van hefteyên dawî de ji aliyê mîlîtanan ve hatiye kontrolkirin.

Karbidestên leşkerî dibêjin ku ev operasyon ji komandos, tank û helîkopteran pêk tê û wiha jî şervanên Sunnî yên ser bi hikûmetê ve û xwebexşên Şîa tê de şer dikin.

Rûniştvanên bajarê Tikrîtê ragihandin ku hinek pevçûn li bajêr qewimîn, lê dirêjahiya şer ne diyar e.

Cewad el Bolanî, karbidestekî ewlekariyê li Komanda Operasyona Selahedîn got ku armanca sereke ya vê operasyonê Tikrît e. Tikrît, warê dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisên e û yek ji du bajarên sereke ku di hefteyên dawî de ketine dest mîlîtanên grupa Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê (DAÎŞ) û hevalbendên wan yên Sunnî. El Bolanî got demeke nîşankirî jibo dawîanîna vê operasyonê tune ye.

XS
SM
MD
LG