Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Mûsa: Divê Kurd Pirsên Xwe yên Biçûk Çareser Bikin


Sekreterê Giştî yê ji Partîya Çep a Kurd li Sûrîyê Mihemed Mûsa ku yek ji endamên şandeya Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ji Dengê Amerîka re serdana wan nirxand.

Mûsa got, ew wek şandeya MGRK hatin Tirkîyê ku hevdîtinên bi opozîsyona Sûrîyê re pêk bînin.

“MGRK cara pêşî danûstandinên sîyasî li Stenbolê, bi opozîsyona Sûrîyê re pêk tîne ku armanc jî li hember metirsîya hêzên tundrê di xalên hevbeş de lihevkirin e.”

Mûsa bal dikşîne xeterîya ser DAIŞ û banga helwesteke hevbeş dike.

“Di demeke de ku DAIŞ’ê mal û milk û jinên me li xwe helal kirîye, divê em Kurd cidî bifikirin û jibo parastina ax û netewa xwe pirsên biçûk bidin alîyekî.”

Mûsa di derbarê danûstandinên vê dawîyê yên MGRK û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî wiha got:

“Di demên dawî di navbera MGRK û ENKS de sê civîn çêbûne. Em hêvî dikin jibo rakirina xeterîyên li ser gelê me, li ser çend xalên nelihevî heye jî lihev bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG