Di hevpeyîvna Dengê Amerîka de, mafnas Jîyan Bedirxanen ji Navanda YASA ya Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî, li ser Konferansa Madrîdê ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyê diaxive û dibêje, ew tiştekî baş e ku partî û rêxistinên Kurdan werin cem hev û xwestekên xwe yên rewayî eşkere bikin.
Birêz Bedirxan dûrxistina PYDê ji Konferansê rexne dike û dibêje divê tu kes ji giftûgoyan neyê dûrxistin, lê divê ew bibin beşek ji prosesa çareseriyê.
Herwiha, birêz Bedirxan dibêje ku doza Kurdî nêzîkî çareseriya xwe dibe, û divê Kurdên Sûriyê mafê xwe rewa bikin, û derfeta demkî ji dest xwe nebin.
"Bandora bûyerên nû li hirêm, wê rolek baş bilêzin liser doza Kurdî û derfeteke baş e ji bo hebûna herêmeke Kurdî di Sûriyê de."
Fermo guhdariya dirêjaya vê hevpeyvînê bikin