Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên Sê Sîpeyên Îsraîlî yên Windayî Hatin Dîtin


Hêzên ewlekariya Îsraîlê termên her sê sîpeyên Îsraîlî dîtîn ku bo sê hefteyan li Kenara Rojava winda bûbûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, rêxistina Hemas berpirsa kuştina wan xwendekaran bû û wî got ewê Hemas buhayekî giran jibo vî karê xwe bide. Berî ku kabîneya xwe vexwendî civîneke awarte roja Duşemê bike, birêz Netanyahu got ku ew gencên Îsraîlî li ser destên “mirovên heywan” hatin kuştin.

Hemas girêdana xwe bi windabûna xwendekarên Îsraîlî re red kiriye.

Hersê sîpeyên Îsraîlî li 12ê Hezîranê winda bûn dema ku dixwestin ji dibistanê vegerin malê. Raportên medyayê dibêjin, termên wan li nêzîk gundê Helhûl hatin dîtin, cihê ku lê winda bûbûn.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê got ku hersê term li qadeke vala li jêr komeke kevir hatin dîtin.

Li dema prosesa lêgerîneke berfireh li wan gencan, Îsraîlê bi sedan ji endamên Hemasê girtin.

Li Washington, Serok Barack Obama ew kuştin şermezar kir. Di daxuyaniyekê de roja Duşemê, wî got ku divê hemû alî ti gavan navêjin da ku rewş xirabtir nebe.

Papayê Vatîkanê jî ew kuştin wekî hovane binav kir û got ewê bibe kelemek li pêş porsesa aştiyê.

XS
SM
MD
LG