Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbest li Rojhilata Ukraynayê Bidawî Hat


Serokê Urkaynayê Petro Poroshenko Dawîhatina agirbestê îro Sêşemê ragihand.
Serokê Urkaynayê Petro Poroshenko Dawîhatina agirbestê îro Sêşemê ragihand.

Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko dibêje, ewê agirbesteke yekalî ya 10 roj li rojhilata Ukraynayê nû neke, li şûnê wî soz da ku êrîşên nû li dijî cudaxwazên ser bi Rûsya ve pêk bîne.

Birêz Poroshenko di daxuyaniyeke li ser înternet îro Sêşemê got, biryara wî bersiv e jibo terorîst, serhilda û xirabkaran û jibo wan hemû kesên ku abûriya herêmê felc dikin, wekî ku wî ragihand.

Piştê wê yekê jî, wî heman peyam di gotareke televizyonî de dubare kir. Ev yek hat li demekê ku ajansa Interfax ya nûçeyan li Ukrayna ragihand ku cudaxwazan li bajarê Kramatorsk yê rojhilatî gotin ku şer careke din destpê kiriye.

Agirbesta sist ku Duşemê bişev bi dawî hat, hatibû kirin wekî derfet jibo cudaxwazan ku çekên xwe deyînin û dest bi gotûbêjên berfireh bikin bi mebesta peydakirina lêbûrînekê û lidarketina hilbijartinên herêmî yên nû. Lê serhildayan çek dananîn û hikûmeta Kiyêvê gelek mînak nîşan da ku agirbest ji aliyê serhildayan ve dihate binpêkirin. Agirbest 20 Hezîranê hatibû ragihandin.

XS
SM
MD
LG