Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê bi kombûneke mezin li Enqerê ji alîyê AKP’ê ve wekî namzedê Serokomarîya Tirkîyê hate destnîşan kirin.
Namzedbûna Serokomarîyê ya Erdogan, bi civîneke mezin li Enqerê hate ragihandin.
Namzedîya Erdogan ji alîyê Cîgirê Serokê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn ve, li hember 4 hezar kesên beşdarên civînê hate ragihandin.
Birêz Erdogan, piştî ragihandina namzedîyê gotareke dirêj li ser serborîya xwe ya sîyasî û armancên xwe yên dahatuyê pêşkeş kir.
“Ger werim hilbijartin bila ti kes jê nekeve şikê û piştrast bin ku ezê bibim serokomarê hemû welatîyên ku dengê xwe nedin min jî.”
Erdogan, rexne li opozîsyona Tirkîyê kir ku li derveyî sîyasetê namzed nîşan dane û dîyar kir:
“Hinek hêvî dikin ku vegerin Tirkîyeya berê. Lê ew serdem dawî bûye. Gelê me dest danîye ser meselê ku wê serokomarê xwe jî bi îradeya xwe hilbijere.”