Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Banga Vekolîna Kuştina Xortekî Fîlîstînî Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu banga vekolîneke berfireh li ser kuştina xortekî Fîlîstînî dike ku guman heye ku wek tolhildana 3 xortên Îsraîlî hate kuştin.

Karbidestên Îsralî dibêjin, çend raport hebûn ku hin kes xortekî Fîlîstînî bi zorê ji beşa Fîlîstînî ya Orşelîmê dibin nav otomobîlekê.

Piştî demeke kin, termek li beşeke din ya bajêr hatibû û niha vekolîn berdewam e kui bizane ew her du heman kes in yan ne.

Netanyahu got, wî ji hêzên ewlekarîyê xwest ku kesên pişt wê kuştinkarîyê derxin holê.

Serokê Fîlîstînî Mahmud Abbas jî bang li Netanyahu kir ku kuştina xortê Fîlîstînî şermezar bike, wekî ku wî kuştina xortên Îsraîlî mehkum kir.

XS
SM
MD
LG