Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekên Kîmyayî yên Sûrî jibo Tunekirinê Giheştin Îtalya


Çekên kîmyayî yên Sûrî

Bareke çekên kîmyayî yên Sûrî, wek beşeke ji peymaneke navnetewî giheşte bendereke Îtalî ku bêne tune kirin.

Gemîya Danîmanrkî ya bi navê Ark Futura çekên Sûrî, di bin pîvanên xurt yên ewlekarîyê de, anîn bendera Gioia Tauro.

Keştîya leşkerî ya Amerîkî MV Cape Ray li benda gemî ma ku wê veguhezîne avên navnetewî da ku nîva çekên lîmyayî bêne tune kirin.

Hate ragihandin ku nav wan çekan de gaza mustard jî heye ku di çekirina gaza jahtîn ya sarin jî heye û nîva din ya çekan di kargehên li Amerîkî û Ewropa wê bêne tune kirin.

XS
SM
MD
LG