Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Amerîkî bi Piştgirîya DAÎŞ Tê Tawanbar Kirin


Jineke genc ya Amerîkî ji eyaleta Colorado bi alîkarîya gruba terorîst Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) tê tawanbar kirin.

FBI dibêje, xanima 19 salî yê bi navê Shannon Maureen Conley hate desteser kirin, dema wê hewil dida ku li firokekê sîwar be.

FBI dide zanîn ku firok ji Firîngeha Navnetewî ya Denver ber bi Tirkîyê ve diçû.

Karbidest dibêjin, Conley li ser înternetê zilamekî Misilman nas kiriye ku jibo DAÎŞ cîhad dikir. Dema Conley gotoye malbata xwe ku ew diçe Sûrîyê ku ligel wî zilamî bizewice, malbata wê qebûl nekiriye.

Conley ji FBI re gotiye ku ew jî dixwaze wek erkeke Misilmanîyê li sernaser cîhanê cîhadê belav bike.

XS
SM
MD
LG