Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Îslamî Devera Tanak ya Neftê Dixin bin Kontrola Xwe


Mîlîtanên Îslamî demeke zûtir ya îro devereke neftê xistin bin kontrolê, di vê demê de ku ew hewil didin desthilata xwe li seranser Çemê Feratê firehtir bikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Brîtanya ragihand ku mîlîtanên “Dewleta Îslamî” devera petrolê ya bi navê el-Tanak îro Înîyê xistin bin kontrola xwe.

Çalakvanên li Derezor hî heman nûçe piştrast kirin ku devera el-Tanak niha di destê “Dewleta Îslamî” de ye.

Devera neftê ya el-Tanak li rojhilata bajarê Derezor e û nêzîkî sînora Îraqê ye. Do Pêncşemê jî “Dewleta Îslamî” devera herî mezin ya petrolê li Sûrîyê ji grubên din yên serhilda standibû.

“Dewleta Îslamî” ya tundrê herêmeke fireh ya ji navenda Derezor heta bajarokê Boukamal kontrol dike.

Hêjayî gotinê ye ku ew hêrêm bi hin beşên bakur û rojavayê Îraqê cîran e û dihêle ku mîlîtanên “Dewleta Îslamî” bi rehetî ji nav her du dewletan hatin-çûnê bikin.

Koma radîkal, ji alîyê Ebubekir Bexdadî ve tê rêvebirin ku hefteya borî li ser axên Îraq û Sûrîyê “Dewleta Îslamî” hatibû ragihandin.

XS
SM
MD
LG