Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Kamyonên Sotemeniyê li Afganistanê Dike Armanc


Afghanistan

Karbidestên Afganistanê dibêjin, agir bi sedan ji kamyonên barkirina sotemeniyê li karajekê derveyî Kabula paytext ketiye.

Koma Talîban ya mîlîtan berpirsiya vê êrîşa mezin xistiye stûyê xwe.

Polîsên Afganî nikarîbû demûdest bizane ka gelo qurbanî di encama vî agirî de ketine.

Çekdarên Talîbanê herdem êrîşên karwanên jibo piştgirya hêzên NATOyê li Afganistanê kirine. Lê hîn nediyar e eger van kamyonan sotemenî dibirin ji NATOyê re.

Talîban vê dawiyê êrîşên xwe zêde kiriye li dema ku hêzên NATOyê kar dikin ku vekêşana xwe ji Afganistanê di dawiya vê salê de bidawî bîne. Eger serokê nû yê Afganistanê peymana ewlekariyê ligel Amerîka îmze bike, ewê dora 10 hezar leşkerên Amerîkayî li Afganistanê bimînin.

XS
SM
MD
LG