Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê DAÎŞê di Vîdyoyekê de Derdikeve


Ebû Bekir el Bexdadî li mizgefteke Mûsilê.

Vîdyoyeke nû li ser malperên radîkalên Îslamî hate belavkirin ku tê de rêberê dewleta Îslamî li Sûriye û bakurê Îraqê tê nîşandan.

Vîdyoya ku roja Şemiyê hate belavkirin Ebû Bekir el Bexdadî nîşan dide dema ku xitbê li mizgefteke bajarê Mûsilê dide.

El Bexdadî bang li piştgirên xwe kir ku alîkariya wî bikin eger ew rast be, û wî bînin ser riya rast eger ew şaş be.

Pispor dibêjin zilamê ku di vîdyoyê de derket el Bexdadî bixwe ye. Rêberê DAÎŞ kêm derdikeve pêş kamereyan.

Hêjayî gotinê ye, şervanên grûpa el Bexdadî anku DAÎŞ deverên mezin li bakurê Îraqê kontrol kirine. DAÎŞ herwiha li Sûriyê jî şer dike û çend bajar xistiye bin destê xwe.

XS
SM
MD
LG