Polîsên Îsraîlî 6 kesên Cihû desteser kirin ku guman heye xortekî Fîlîstînî revandin û şewitandin.
Karbidest dibêjin, îhtîmel e bergumanên ku Mihemed Ebu Xidir kuştine, endamên komeke tundrê yê Cihû bin û bi sedemên nîjadperestî ew kuştinkarî kiribin.
Karbidest di bawer dikin ku kuştinkarî wek kiryareke tolhildana 3 xortên Cihû be ku hatibûn revandin û dû re jî termên wan hatibûn dîtin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku kuştina wan 3 xortan bibû sedema xwepêşandanên girseyî li Orşelîm û li bajarên din.