Encamên pêşîn yên hilbijartinên meha borî (Hezîran 14) nîşan didin ku wezîrê berê yê darayî Ashraf Ghani bi awaekî berbiçav li pêş hevrikê xwe Abdullah Abdullah e.
Divêbû encamên pêşîn hefteya çûyî bihatana eşkere kirin. Lê, îdîayên ser hîle û sextekarî di dora 2.000 navendên dengdanê de, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijiartinan ya Afganî neçar kir ku eşkerekirina encaman jibo çend rojan paş bêxe.