Vekolêrên Îsraîêî dibêjin, 3 ji 6 bergumanên Cihû ku do hatibûn girtin, li xwe mikûr hatine ku wan xortê Fîlîstînî kuştiye.
Vekolêr didine zanîn ku wan herwiha bi hurgilî nîşan daye ku kuştinkarî çawa pêk hatiye.
Xortekî Fîlîstînî yê bi navê Mihemed Ebu Xidir hartibû revandin û dû re jî bi şewitandina hatibû kuştin.
Di bîragiştî de nêrînekê wiha hebû ku Xidir hatiye kuştin, di kiryareke tolhildana 3 xortên Cihû de, ku ew ji alîyê kesên nenas ve hatibûn revandin û dû re jî termên wan hatibûn dîtin.