Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Biryara Behreynê Xemdar e


Tom Malinowski ligel rêberên opozîsyonê

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, ew jiber biryara hikûmeta Behreynê xemdar e, ku dîplomatekî bilind yê Amerîkî wek Kesê Nexwestî anku persona non grata (PNG) dîyar kir.

Ajansa Nûçeyan ya Behreynê ragihand ku wezareta derve biryara PNG li ser Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkî Tom Malinowski bide.

Malinowski di wezaretê de ji Karên Demokrasî, Mafên Mirovan û Ked berpirs e û hikûmeta Behreynê wî bi maytekirina nav karên wê yên navxweyî tawanbar dike.

Behreyn dibêje, Malinowski dema serdana xwe de reftarên dervayê pêvanên diplomatîk kirine û tenê bi alîyekî re hevdîtinan kirine.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî îdîayên Behreynê red kir û got serdana Malinowski ji berê de, di bin razîbûna hikûmete Behreynê hatiye amade kirin.

XS
SM
MD
LG