Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sunnî li Îraqê Kargeha Çekên Kîmyayî Dest Xistin


Hikûmeta Îraqê piştrast dike ku kargeheke kevn ya çekên kîmyayî kete destê serhildayên Sunnî.

Balyozê Îraqê li Neteweyên Yekbûyî Mihemed Alî Alahkîm ser vê mijarê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban KI-moon re şand.

Alahkîm got, “terorîstên çekdar” kargeh xistin bin kontrola xwe. Wî got, Bexda nikare erkên xwe yên tunekirina şekên kîmyayî cîhbîne.

Paşmayîên çekên kîmyayî yên Saddam Huseyîn li du ambarên taybet dihatin parastin ku Amerîka dibêje, DAÎŞ meha borî xistê bin kontrola xwe.

Lê, karbidestên Amerîkî dibêjin, ew çekên kîmyayî pir kevn in û DAÎŞ nikare xwe bihehîne cîhên ku ew lê têne parastin.

XS
SM
MD
LG