Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Du Muşekên Din Diceribîne


Karbidestên berevanî yên Koreya Başûr dibêjin, Koreya Bakur 2 muşekên balîstîk avêtin berava rojhilata oqyanusê.

Karbidestên Koreya Başûrî didine zanîn ku di nav du hefeyên dawî de, cara çaran e ku Pyongyang muşekên wîha dişîne esmanê.

Seul dibêje, muşekên Scud îro Çarşemê ji herêma Hwanghae ya rojave hatine avêtin û menzîla wan heta dora 500 kîlometre ye.

Hêjayî gotinê ye di hefteyên dawî de Koreya Bakur ceribandinên balîstîk yên dijî toleyên NY zêdekirine.

XS
SM
MD
LG