Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Îraqê 53 Term Hatine Dîtin


Karbidestên Îraqê ragihand ku hêzên ewlekarî 53 term li bajarokê Hilla dîtin ku çav girtî û dest jî kelepçekirî bûn.

Karbidest didine zanîn ku term li gundê Xamîsîya ya Şîa hatibûn hêlan ku 5 km dûrî Hilla ye.

Bajarokê Hilla li başûre paytaxt Bexda ye û li nîva otobana navbra Bezda û bajarên başûr cîh digire.

Serokê meclîsê, polîs û ofîsa rêvebirîya xwecîhî dîtina terman piştrast dikin, lê li ser nasnameyên wan ti agahî nedan.

Tê texmîn kirin ku ew kesana hatine înfaz kirin. Hêjayî gotinê ye mîlîtanên Îslamî yên Sunnî beşeke mezin ya bakur û rojavayê Îraqê xistibûn bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG