Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Îraqê Hikûmeta Bexda Boykot Dikin


Kurdên Îraqê îro Pêncşemê dibêjin, nûnerên wan wê pişikdarî di kombûnên kabîneya hikûmeta navendî de nekin.

Kurd herwiha bang li Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî dikin ku posta xwe were xwarê, bi sedema ku wî nekarîye pêşî li êrîşên DAÎŞ yên seranser welêt bigirtana.

Ragihandina biryara boykotê, nîşana dawî ya peywendîyên xirab yên navbera rêberê Şîa û Kurdan e.

Ew biryara Kurdan wek bersîvdana daxuyanîyên Malikî ne ku do Çarşemê gotibû Herêma Kurdistanê xirabkarên Sunnî dihewîne.

Malikî ti belge li ser îdîayên xwe nîşan nedabûn û Kurd jî tawanbarîyên wî red kiribûn.

Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Roj Nuri Şawêz îro ji rojnamevan re got, Malikî daxuyanîyên wiha dide ku kêmahîyên xwe yên ewlekarîyê veşere.

Hêjayî gotinê ye biryara Kurdan gaveke sembolîk e jiber ku hikûmet berê jî dest bi karê xwe kiribû, tevî ku Sunnî jî hikûmet wanî boykot kiribûn.

XS
SM
MD
LG