Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Xwe yên Esmanî Didomîne


Dîmenek ji Gaza

Firokên ceng yên Îsraîlî, di roja sêyê de, bênavber êrîşî Kerta Gaza dikin, di hewleke pêşîgirtina êrîşên roketî yên Hamasê ku bajarên Îsraîlî dike hedef.

Artêşa Îsralî got, êrîşên wê yên esmanî li 320 hedefên Hamasê xistin ku nav wan de tunelên binerdê û şûnên hinartina roketan jî hene.

Karbidestên Fîlîstînî didine zanîn ku di êrîşên nav sê rojan de herî kêm 76 hatine kuştin ku 8 ji wan di êrîşa dawî de nav avahîyeke li Khan Younis bûn.

Serokê Fîlîstînî Mahmud Abbas, Îsraîl jiber êrîşên esmanî bi jenosîd tawanbar kir.

Îsraîl dibêje, êrîşên esmanî wê bidomin heta ku êrîşên roketî yên Hamas berdewam bikin.

XS
SM
MD
LG