Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji DAÎŞ Daxwaza Berdana 49 Kesan Dike


Konsulxaneya Tirkîyê ya li Musilê

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bang li mîlîtanên Îslamî kir ku 49 kesan berî dawîya Ramazanê azad bike, ku li konsulxaneya Tirkîyê ya li Musilê hatibûn revandin.

Birêz Erdogan dema xwarina îftarê de, bang li Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) kir ku berî dawîbûna meha Ramazana pîroz de hemwelatîyên girtî berde.

Ajansa Anadolu ya fermî ji zarê Erdogan ragihand ku wî got “Eger ji dil bawermend bin, divê birayên me azad bikin. Bendewarîya me ev e.”

Hemwelatîyên Tirk di 11ê Hezîranê de hatibûn revandin, dema DAÎŞ avêtibûn ser konsulxaneyê. Di nav kesên revandî de dîplomat, zarok û polîsên taybet jî hene.

XS
SM
MD
LG