Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Afganistanê ku Alozîya Heyî Çareser Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Ashraf Ghani

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, di hewleke nermkirina alozîya heyî de, çû Afganistanê ku dawî li krîza sîyasî ya navbera her du berbijarên seroktîyê bîne.

Di hilbijartina meha Hezîranê de Abdullah Abdullah û hevrikê wî Ashraf Ghani ketibûn nav kêbirkeyekê. Piştî eşkerekirina encamên pêşîn, Abdullah bi qasî mîlyonek dengan li pêş Ghani bû.

Lê, hem Abdullah, hem jî Ghani xwe serketî îlan dikin, loma jî rewşke aloz li Afganistanê heye.

Di hevdîtina ligel Kerry de, Ghanî lihgel Amerîka hevbîr bû vekolêneke vberfireh û rekûpêk were kirin ku sextekarî di hilijartinan de hatine kirin yan ne.

Li ber e, birêz Kerry îro Înê bi Serokê Afganî Karzayî re jî kom be.

XS
SM
MD
LG