Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bobmeyek li Bakur Rojhilata Hindistan Diteqe


Bombeyek îro Şemiyê li bakur rojhilata Hindistanê teqiya û di encama wê de şeş kes birîndar bûn. Di heman demê de desthilatdar li çar bazirganên Misilman digerin ku tê bawerkirin ji aliyê rêxistineke serhildayan ve li wê herêmê hatine revandin.

Bombe li nêzîk avahiya Zanîngeha Manipur li bajarê Imphal, paytexta wîlayeta Manipur pêk hat.

Efserekî polîs got, pênc ji birîndaran li nexweşxaneyekê hatin dermankirin. Du ji wan rewşa wan xirab bû. Efserê polîs navê xwe eşkere nekir, jiber ku wî destûr nebû ligel rojnamevanan baxive.

Ti kesî berpirsiya vê êrîşê nexistiye stûyê xwe. Bêtirî 10 komên cudaxwaz li vê herêmê çalak in ku hergav êrîşên ji vî rengî pêk tînin.

Serhilda îdîa dikin ku rûniştvanên xwecihî ji aliyê hikûmeta federal li New Delhi ve tên paşguhxistin. Piraniya xelkên herêmê bi nijadî nêzîkî xelkên Myanmar û Çînê, bêtirî ku nêzîkî xelkê din li Hindistanê bin.

XS
SM
MD
LG