Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Abûriya Amerîka Nuha ji Ya Berî Pênc Salan Baştir e


Serokê Amerîkayî Barack Obama dibêje, abûriya welêt nuha ji berî pênc salan de baştir e. Ew herwiha dibêje, karên li Amerîka 10 milyonan derfetên nû yên kar çê kirine.

Di gotara xwe ya heftane de, Serokê Obama îro Şemiyê got, wî kar kiriye jibo alîkariya xelkên çîna navîn, di nav de jî zêdekirina kiriya karkeran, peydakirina karên nû û alîkariya xwendekaran ku qerzên xwe bidin.

Birêz Obama got, Komariyan bijartine ku ligel wî kar nekin û li şûna wê yekê ew gavan davêjin da ku dozeke qanûnî wekî gilî li dijî wî vekin jibo qanûna sîstema saxlemiyê.

Serokê Kongresê John Boehner wexteke zûtir vê hefteyê got ku Serok Obama destûra Amerîkî binpê kir dema erêkirina kongresê wernegirt jibo guhertina qanûna saxlemiyê.

Serok Obama îro Şemiyê got ku gilî karekî siyasî ye û wê bi mehan ji dema Amerîkiyan winda bike.

XS
SM
MD
LG