Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewropayê Sizayên Nû Datîne Ser Cudaxwazên Rojhilata Ukraynayê


Alexander Borodai (rastê).
Alexander Borodai (rastê).

Yekîtiya Ewropa dibêje ew sizayan datîne ser 11 rêberên serhildayên ser bi Rûsya ve li rojhilata Ukraynayê, di nav wan de serokê wan Alexander Borodai.

Serhildayan serxwebûn li herêmê ragihandine û şerê hêzên hikûmeta Ukraynayê dikin. Borodai hevwelatiyekî Rûsya ye ku xwe wekî serokwezîrê herêma Donetsk li rojhilata Ukraynayê ragihandiye.

YE ji berê de siza li ser jimareke din ji kesên ku beşdarî krîza Ukraynayê ne, danîne.

Roja Îniyê, rêxistina Amnesty International got, belgeyên eşkere li cem wê hene tê de xuya dike cudaxwazên ser bi Rûsya ve êşkenceyên mezin li rojhilata Ukraynayê pêk anîne.

Raporta Amnesty herwiha dibêje, belge heye derbarê jimareke biçûktir ji binpêkirinan ji aliyê hêzên hikûmeta Ukraynayê ve.

Di pêşketineke din de roja Îniyê, Wezareta Berevaniya Ukraynayê got ku êrîşeke bi roketan ji aliyê serhildayan li rojhilata welêt bi kêmî 19 leşker kuşt û 93 birîndar kir.

XS
SM
MD
LG