Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê çend taxên stratejîk li bajarê Celewla ya ser bi devera Germiyan ve kontrol kirin, piştî şerekî giran ligel çekdarên tundrê yên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ).
Fermandarekî Pêşmerge bi navê Hisên Mensûr dibêje, jimareke qurbanî li nav hêzên Pêşmerge derketin.
Bajarê Celewla bi fermî ser bi parêzgeha Diyala ye û yek e ji deverên kêşebar di navbera hikûmeta Kurdistan û Bexdayê de.
Bêtir agahî di vê raportê de.