Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malala Yousefzai Jibo Piştgiriya Keçên Revandî li Nejîrya ye


Çalakvana keç ya Pakistanê Malala Yousefzai nuha li welatê Nejîrya ye jibo berevaniya li bêtirî 200 keçên xwenderkar ku ji aliyê rêxistina Boko Haram ve li wîlayeta Borno ya bakur rojhilata welêt hatine revandin.

Tê çaverêkirin ku Malala ya 17 salî ligel meriv û xizmên keçên revandî kom bibe û daxwaza civînekê ligel serokê Nejîryayê Goodluck Jonathan bike.

Yousefzai dibêje, ew hêvî dike ku hebûna wê li wir dê bêtir fişar û zextê deyîne ser hikûmetê ku wan keçan vegerîne malên wan.

Di sala 2012ê de Malala ji aliyê Talîbana Pakistanê ve rastî teqelêdanekê hat û hema hate kuştin, jiber hewildanên wê bo belavkirina perwerdeyê bo jin û keçan. Wê êrîşê Malala bihêztir kiriye.

Çalakvana genc ya Pakistanê di Roja Malala de li Nejîrya ye. Neteweyên Yekbûyî dibêje, ev roj hatiye danîn jibo hemû zarokan ku di ber perwerdeyê de şer bikin û ji cîhanê re bibêjin ku ew ji hemû dijminên perwerdeyê bihêztir in.

XS
SM
MD
LG