Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtan Bajarokekî Din li Îraqê Kontrol Dikin


Mîlîtanên Îslamî êrîş kirine ser bajarokekî li bakurê Bexda, paytexta Îraqê, avahiyên hikûmeta yên xwecihî kontrol kirine û şeş kes jî di operasyonê de kuştine.

Karbidestên Îraqê dibêjin, êrîşa li ser bajarokê Dilûyah dest sibehê Yekşemê pêk hat.

Hêzên hikûmetê ev bajarok meha bûrî ji destên mîlîtanên DAÎŞ ve standibû, lê ev cara duwem e ku bajarok dikeve jêr kontrola çekdarên Îslamî.

XS
SM
MD
LG